Balefirên Tirkiyeyê çend deverên Kurdistanê bordiman kirin

agir bi daristan û baxên wan deveran ketiye
کوردستان TV
100%

Di çarçoveya êrîşên artêşa Tirkiyeyê yên bo ser gund û deverên sînorî yên Kurdistanê ên bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê de, îro careke din hijmarek balefirên artêşa Tirkiyeyê çend gund û deverên quntarên Qendîlê bi tundî bordiman kirin.

Li gor jêderên taybetî, bordimana wan deveran ji seat 11 destpê kiriye û bi qasî du seatan dom kiriye.

Jêderên herêmî ji Kurdistantvê re diyar kirin ku bordimana vê carê gelek nêzî gund û cêyên nîştecîhbûna xelkê medenî bûye û jiber bordimanê tirs û fikar ketine dilê şêniyên wan deveran.

Jêderên li deverê diyar kirin ku îro quntarên Qendîlê, hin deverên ser bi Pişder û Balakatê bi tundî hatine bordiman kirin û di encama bordimanê de agir bi daristan û bax û bistanên xelkê yên li deverê ketiye.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.