Serok Barzanî: Partî mala hemûyane

Serok Barzanî dibêje lazime xizmeta Kurdistanê were kirin
کوردستان TV
100%

Îro li Hewlêrê merasimek bi minasebeta 72 saliya damezrandina partiya demorkata Kurdistanê bi beşdariya nunerên tevahiya part û aliyên siyasî yên Kurdistanê û hijmarek ji nunerên welatên biyanî hate lidarxistin.

Di vê merasima han de Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û ragihand ku bo PDK bi temen kale lêbelê bi piratîkê de hîn jî partiyeke gence û PDK zêdetir weke tevger û bizavekê ye nek wek hizbek.

Serok Barzanî herwiha diyar kir ku PDK karî di rojên gelek dijwar û sext de, omîd bixe cêyê bêomîdiyê û nehêla gelê Kurd bêomîd bibe û demeke dirêj piştî şerê cîhaniya yekem, heta sala 1961an û bi Serkirdatiya Barzaniyê Nemir û hevalên vî şoreşa mezin  ya Îlonê hat destpêkirin.

Di vê şoreşa mezin de tevahiya bizavan û şoreşan di bin yek ala û Serokatî de kom bûn û dest bi xebatê kirin.

Serok Barzanî eşkere kir ku şoreşa Îlonê bi ti awayî weke dijminan pena bo rêbaz û pêngavên naînsanî nebir û di bin şîretên Barzaniyê Nemir de li ser yek peyam berdewam bû û ew peyama han jî ew bû ku gelê şerê gelê Kurd dijî ti neteweyeke din nîne belku li dijî rejîmê ye.

Serok Barzanî derbarê PDKê de balkêşande ser vê yekê ku PDK ti carî cudatî di navbera ti kes, pêkhate û kemîneyekê de nekiriye û hertim malek bûye bo tevahiyan bêyî cudatî.

Serok Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kir ku di şerê dijî DIŞIê de kadir û endamên PDKê jî hevşanî hêzên pêşmerge di nava sengeran de bûn û piştî bûyerên 16ê Cotmehê jî PDK hevşanî hêzên pêşmerge rê neda ku Kurdistan careke din vegere bin desthilata dagîrkeran.

Serok Barzanî herwiha eşkere kir ku niha lazime tevahiya aliyan wenêrînê bo xwe bikin û rûpeleke nû vekin û hewl bo xizmet kirina gelê Kurdistanê û parastina destkeftên Kurdistanê bikin û rewşa jiyana xelkê Kurdistanê baştir bikin û lazime aliyên Kurdî bi yek deng û yek helwest biçin Bexdayê daku Kurd li Bexdayê de bihêz be.

Serok Barzanî anî ziman ku PDK û YNK bi hevre diçin Bexdayê û hêvî dikim ku aliyên din jî werin daku tevahiya aliyan bihevre biçin Bexdayê jiber ku ev yek pirseke girîng ya netewiye.

Derbarê rewşa navxweyî ya Kurdistanê de jî Serok Barzanî diyar kir ku lazime rewşa heyî were baştir kirin jiber ku her kes gazinde ji vê rewşê dike û lazime hilbijartinên navxweyî jî werin kirin daku hikûmeteke nû û bihêz bo xizmet kirina Kurdistanê were avakirin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.