Ev xol ya perwede kirina hêzên Zirêvanî bû.
Îro hevdem li gel 72mîn salvegera damezrandina partiya demokrata Kurdistanê, li Hewlêrê bi amadebûna Serok Barzanî, dawî bi devreyeke perwerdehî ya hêzên pêşmerge yên Zirêvanî a bi navê devreya bihevre jiyanê hat.
Ew devreya han 6 mehan dom kiribû û têde 174 Fermandar û serpelên hêzên Zirêvanî têde beşdar bibûn.
Di destpêka merasimê de çend gotar derbarê girîngiya devreya han de hatin pêşkêşkirin û pişt re jî serpelên perwerde dîtî çend çalakiyên leşkerî nîmayîşkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin