Tirkiye û Rûsya derbarê Sûriyeyê de dicivin

vê behsa çawetiya çareser kirina kêşeyên vê welatî bikin
کوردستان TV
100%

Tirkiye û Rûsya, dê bi beşdarîya Almanya û Fransa li Stenbolê hilcivîneke ser Sûriyê pêk bînin.

Wezareta Derve ya Rûsya ragihand ku Wezîrê Derve Sergey Lavrov û hevtayê wî yê Tikr Mevlut Çavuşoglu di hevdîtina îro Duşemê dê derbarê vê hilcivînê biaxifin.

Li gor nûçeyeke voa Wezaretê dîyar kir ku dê hilcivîn di demeke nêz de çêbe. Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di dawîya Tîrmehê de dabû zanîn ku ewê hilcivîn di 7’ê Îlonê de pêk were.

Li ber e ku Lavrov di serdana Enqerê de, bi berpirsên Tirk re bi taybetî ser Îdlibê danûstandinan bike.

Artêşa Sûriyê, bi piştgirîya Rûsya meha borî Dera û Kuneytra ji destê serhildayan derxistibû.

Serokê Sûriyê Beşar Esad ji medya Rûs re diyar kiribû Artêşa Sûriyê dê berê xwe bide Îdlibê.

Li Îdlibê, ku wek navenda dawî ya serhildayan tê dîtin, bi qasî 2,5 mîlyon kes dijîn. Tirkiye jiber fikara koçberiya Sûriyan dijî operasyona Îdlibê ye.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.