Di şerê 7 salî ya Sûriyeyê de 11 miliyon kes aware bûne.
Di vê derbarê de saziyeke ser bi NY raportek derbarê şerê Sûriyeyê de yaku 7 sale berdewame belav kiriye û di raportê de behsa zirarên însanî û madî kiriye.
Li gor raporta han jiber şerê 7 salî ya li Sûriyeyê herî kêm 400 hezar kes hatine kuştin û zêdetir ji 11 miliyon kesên din jî awareyên welatên din bûne.
Di berdewamiya raporta han de behsa vê yekê jî hatiye kirin ku şerê 7 salan zêdetir ji 388 miliyar dolar zirar gehandiye abûriya Sûriyeyê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin