Kovara Kürt Tarihi di hejmara xwe ya 33yê de li ser kurdên Anatolya Navîn dosyayek amade kiriye. Di dosyayê de li gel nivîsên li ser dîroka kurdên Anatolya Navîn, nivîsên ku behsa demên nêzîk dikin jî hene.
Hejmara 33yê ya Kovara Kürt Tarihi hatiye çapkirin û belavkirin ku kovar her ji sê mehan carekê tê amadekirin. Di vê hejmarê de Kovarê mijara kurdên Anatolya Navîn weke dosyayek taybet amade kiriye.
Di vê dosyayê de Sena Kaplanê li ser dîroka kurdan li Anatolya Navîn nivîsek nivîsandiye û behsa kurdên Anatolya Navîn dike ku ji kîja serdemê û vir ve li vê herêmê dijîn û çawa çûne wir. Dîsa Adem Ozgurî nivîsek derbarê lêkolinên ku biyaniyan li ser kurdên Anatolya Navîn kirine nivîsandiye. Ozgurî di xebatên Ainsworth, von Moltke, Hamilton, Tschihatschef, Perrot û yên din de li şopa kurdên Anatolya Navîn geriya ye.
Nivîsa Sedat Ûlûganayî di vê dosyayê de weke nivîseke balkêş derdikeve pêşberî xwîneran. Ûlûgana behsa kesekî bi navê Hesê Zîr ango Hasan Korkmaz dike ku ji Canbega (Cihanbeyli) Konyayê ye. Korkmaz sala 1893 ji dayik bûye û sala 1949ê miriye. Ûlûgana behsa çîroka vî kesî dike ku di matematîkê de gelekî jêhatîbûye.
Vahît Dûran li ser devoka Şêxbizeyniyan û Haci Çevîk jî li ser dîroka hilbijartina kurdên Anatolya Navîn nivisîne.
Di vê hejmara Kürt Tarihi de li gel van nivîsan, nivîsa Serhat Alan Mervaniyî ya bi navê “Waliyekî Osmanî û Aqûbeta Mîrekî Kurdan”, ya Rohat Alakomî ya bi navê “Mamosteyê Halîd Ziya Ûşakligîlî”, ya Serhat Bozkûrtî ya bi navê “Çend Nûçeyên Derbarê Cemiyeta Kurdistan Tealiyê û Partiya Millet a Kurd”, ya Rûşen Arslanî ya bi navê “Hewldana Şîrketa Çapxane û Rojnamegeriyê ya Doğuyê” û Nûrûllah Alkaçî ya bi navê “Pirtûkên ‘Dîroka Kurdan’ a Serdema Klasîk – 2” hatine weşandin.
Kürt Tarihi di hejmara xwe ya 33yê de her weha cî daye nivîseke bi Zazakî/Dimilkî. Nivîskarê nivîsê Seîd Veroj e û li ser dîroka Mirdêsiyan nivîsiye
bianet
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin