Li Tirkiyê li bajarê Îzmîrê Kurdekî Başûrê Kurdistanê, ji ber ku Kart a ku li serê Kurdistan hatiye nivîsandin pêre bû, hate girtin. Kart a ku Kurdistan li serê bû, wekî sebeba terorê hat qebûlkirin.
Li gor nûçeyeke PeyamaKurd li Tirkiyê li bajarê Îzmîrê penaberekî ji Başûrê Kurdistanê, di legerînekê de ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hate girtin. Ji ber Kart a gihaniyê (ya ji bo trempêlên nava bajêr) ya Kurdistana Başûr pêre bû li ser Kart jî Kurdistan hatibû nivîsandin. Polîsên Tirk, ev wekî sebeba terorê qebûl kirin û penaberên Kurd ji bo ku wî derveyî welêt bikin, birine bajarê Entabê.
Ji xeynî vê nehate zelalkirin ku di derheqê wî de doz hate vekirin an jî derveyî welêt hate kirin an na.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin