Îtlaata Îranê du birayên Kurd binçav kir

zextên îtlaat û rejîmê li ser Kurdan zêdetir dibin
کوردستان TV
100%

Her du bira xelkê Pawe ne.

Du welatiyên Kurd yên xelk bajarê Pawe, ji aliyê hêzên îdarey îtilaata vî bajarî ve hatine destbiserkirin û ji bo girtîgeha bajarê Sine hatine veguhastin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa “Kurdpa”yê, çend rojan berî niha, du welatiyên Kurd yên bi navên “Seywan û Kamyar Kemanger” kurê “Silêman” ji aliyê hêzên îdarera îtilaata bajarê Pawe hatine binçavkirin.

Ev du bira piştî binçavkirinê ji bo îdareya îtilaata bajarê Sine veguhastin, û heyanî niha di girtîgehê de li jêr lêpirsînê de ne.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.