Serok Barzanî pêşwaziya Konsuluê Giştî yê Komara Çek li Hewlêrê kir

dibêje dinava kesûkarê xwe de me
کوردستان TV
100%

Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Komara Çek kirin.

Îro li Selahedînê Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusê Komara Çek li Hewlêrê Michael Swoboda û şandeke pê re kir.

Di civînê de Konsulusê Komara Çek armanca serdana xwe bo cem Serok Barzanî diyar kir û got: Armanc ji vê serdana han xwe nasandine bi rayedarên Kurdistanê, Michael Swoboda herwiha kêfxweşiya xwe jî  li hember dostatiya navbera  her dû gelê Çek û Kurdistanê diyar kirû got: Ew dema ku li virim hest dikim li nav xizm û kesên xwe me.

Swoboda di berdewamiya axaftinênê xwe de tekez li ser wê yekê kir hemû hewlên xwe ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên di navbera welatê xwe û Kurdistanê dide û karên cîdî jî dikin ji bo pêşxistina karên hevbeş di warên xwendina bilind, perwerde, çandin, pîşesazî,  bazirganiyê û herwiha hevkarî kirina penaberan.

Di berdewamiya civîna han de Serok Barzanî bixêrhatina Konsulu Giştî yê nû yê Komara Çek kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û spasî gel û Hikûmeta Komara Çek kir ku palpiştê gelê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge bûne û daxwaz jî kir dostayetiya gelê Kurdistanê û gelê Komara Çek kûrtir bê û hemahengî û hevkariya her dû aliyan jî di hemû waran da bê zêdetir kirin.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.