Behsa pêşde birina têkiliyên navbera Kurdistan û Almanyayê kirin.
Îro li Selahedînê Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusa nû ya Almanyayê li Hewlêrê Xatû Barbara Wolf û şandeke pê re kir.
Di civînê de têkiliyên di navbera Kurdistan û Almanyayê hatin nirxandin û Konsulusa Almanya tekez kir ku welatê wan berdewam dibê li ser perwerde kirin û hevkariya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û balkêşande ser vê yekê ku tevahiya hewlên xwe bo pêşde birina têkiliyên navbera Kurdistan û Almanyayê bi tevger dike.
Di civîna han de rewşa siyasiya Iraqê ya piştî hilbijartinan û proseya pêkanîna Hikûmeta nû ya Îraê jî hate nîqaşkirin.
Barbara Wolf ragihand ku welatê wan piştevanê proseya demokrasiya li Herêma Kurdistanê û serweriya yasa û birêveçûna hilbijartinên Kurdistanê di dema diyarkiriya xwe da dike.
Di beşeke din ya civînê de Serok Barzanî jî ji bilî bixêrhatin kirina Konsuluasa nû ya Almanya, pîrozbahiya wergirtina wê erka nû ya birêz xanima Barbara Wolf kir û hêviya serkeftinê ji bo wê xwest.
Serok Barzanî peywendiyên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Almanya bi dostane û mînakî wesif kir û piştevaniya xwe ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên Kurdistanê li gel Almanya diyar kir.
Serok Barzanî herwiha spasî gel û hikûmeta Almanya jî kir ku li şerê dijî terorîstan da hevkariyeke karîger pêşkêşî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirine. Daxwaz jî kir peywendiyên di navbera her dû aliyan bê berfirehtir kirin û destxweşiyê li wan hewlan kir ku bi mebesta pêşxistina aborî xistine bernameya karê xwe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin