4 welatî li ser sînor wenda bûne

du roje kes ti zaniyarî ji wan wer negirtiye
کوردستان TV
100%

Ev du roje kes nizane çi biser wan hatiye.

Di vê derbarê de jêderên taybet li devera Sîdekan ji Kurdistantvê re diyar kirin ku ev du roje 4 şêniyên devera Sîdekan bi mebesta kar û kasibiyê serdana devera sînorî ya sê goşe a di navbera Îran,Îraq û Tirkiyeyê de kirine lêbelê ev du roje wendane.

Jêderan li ser zarê kesûkarên wan wendahiya diyar kirin ku ev du roje ti agahî ji wan nayê stendin û telefûnên wan jî hatine daxistin.

Ji aliyeke din ve jî Fermandarên leşkerî yên deverê behsa vê yekê dikin ku ev devera ku têde ev çar welatî wenda bûne devera şere û her roj têde şer û pevçûn diqewmin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.