Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, daxwaz ji Îranê kir ku, siyaste xwe ya niha biguhere, tekez kir Îran mezintirîn çavkaniya terorê ye di cîhanê de.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bo kenala Metro TVyê ragihand, Îran çavkaniya sereke ye ji terorê re li cîhanê de.
Herwiha Pompeo da zanîn ku, Amerîka hewl dide Îranê neçar bike dakû, dev ji siyaseta xwe ya niha berde. Tekez kir, Serokê Amerîkayê amade ye dest bi danûstandinan bi Îranê re bike eger siyaste xwe ya niha biguhere dakû, ew hevdîtin biser bikevin.
Daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di demekê de tê ku, qonaxa yekem a cezayên Amerîka li ser Îranê destpê dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin