Li gor çapemeniya rejîma Sûriyeyê, rejîm biryar daye ku bo vegerandina wan penaberên sûrî yên ku di encama şerê 7 salî ya navxweyiya Sûriyeyê de penaberî welatên din bûne, komîteyek ava dike.
Armanca hikûmeta Sûriyeyê ji damezrandina vê komîteya han vegerandina xelkê sûriyeyê ye ku jiber şer û pevçûnan aware bûye.
Tê gotin ku hêdî hêdî şerê navxweyî yê li Sûriyeyê piştî operasiyona Îdlibê vê bi dawî were û serdemeke nû li sûriyeyê destpê bike.
Li gor amaran zêdetir ji 5 miliyon welatiyên Sûriyeyê aware bûne û têpayîn piştî damezrandina komîteya han beşeke zêde ji wan awareyan vegerin sûriyeyê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin