Hêzên îtilaata Hikûmeta Îranê di bajarê Şinoyê de, 4 welatiyên Kurd yên vî bajarî binçav kirin û ji bo cihekî nediyar veguhastin.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa “Kurdpa”yê, di heyama çend rojên derbazbûyî de, hêzên îtilaata Hikûmeta Îranê, 4 welatiyên Kurd yên bi navên “Kamil Ehmedî”, xelkê gundê “Hesennûran”, “Meqdîr Mehmûdzade” xelkê gundê “Sîngan”, “Ebûbekêr Mînapak” xelkê gundê “Sewce”, û “Teyêb Bamiruwet” xelkê gundê “Sîngan”ê destbiser kirine.
Çavkaniya agehdar di vê derheqê de xuyakirine ku ev 4 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên îstixbarata ser bi Spaha Pasdaran a Îranê hatinê binçavkirin.
Vê çavkaniyê herwisa ev yek jî daye eşkere kirin ku: Heyanî niha sedema binçavkirin û cihê xwedîkirina van 4 welatiyên Kurd tu zanyariyek ber dest nine.
Hêjayê gotinê ye ku beriya du rojan dîsa li Şinoyê îtlaat 2 welatiyên din yên Kurd girtibûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin