Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Holendayê hate kirin.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Holendayê yê li Hewlêrê Vlim Khozein û şandeke pê re kir.
Di civînê de Konsulusê nû yê Holendayê Vlim Khozein kêfxweşiya xwe ya li hember hevdîtina xwe ya li gel Serokwezîrê Kurdistanê diyar kir û amadeyiya welatê xwe jî bo berfiretir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Holendayê diyar kir.
Di beşeke din ya vê civînê de Nêçîrvan Barzanî pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Konsulusê nû yê Holendayê kir û hêviya serkeftinê di karûbarên nû de jê re xwest.
Nêçîrvan Barzanî herwiha amadebûna hikûmeta Kurdistanê jî bo kar û çalakiyên konsulusxaneya Holendayê diyar kir û tekez li ser girîngîdan bi berfiretir kirina têkiliyên heyî di navbera her du aliyan de kir bi taybetî di warê çandiniyê de.
Barzanî herwiha spasiya Holendayê kir ku di warê însanî û leşkerî de hevkariya Kurdistanê kiriye bi taybetî di projeya reforman li wezareta pêşmerge de û hêviya berdewam kirina wan hevkariyan xwest.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin