Li Mîsanê çend dezgehên hikûmetê hatin dagîr kirin

biryar dane berdewam bin li ser xwepêşandanan
کوردستان TV
100%

Xwepêşandanên Îraqê didomin û xwepêşander dezgehên hikûmetê dagîr dikin.

Di çarçoveya xwepêşandanên heyî yên li Başûrê Îraqê de ku zêdetir ji 2 hefteyane didomin, îro dîsa li hin parêzgehên Başûrê Îraqê xwepêşander bi awayekî tund êrîşî dezgeh û saziyên hikûmetê kirin.

Di vê derbarê de jêderên nûçeyan behsa vê yekê dikin ku îro piştî nîvroyê hijmareke zêde xwepêşander li parêzgeha Mîsanê, hevdem li gel vê yekê ku êrîşî ser hêzên ewlekarî kirine, êrîşî ser dezgehên fermî yên hikûmetê jî kirine û çend dezgeh û saziyên hikûmetê bi taybetî qamqamtiya vê parêzgehê dagîr kirine.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.