Erdogan daxwaza pereyên xelkê dike

qirîza abûrî ya li Tirkiyeyê mezintir dibe
کوردستان TV
100%

Serokê Tirkiyeyê dibêje Tirkiye rastî şerê abûrî hatiye û lazime hevkariya hikûmetê bikin.

Serokê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan di gotareke xwe de balkêşande ser rewşa abûriya Tirkiyeyê û dabezîna buhayê lîreyê Tirkiyeyê û got: Niha Tirkiye rastî şereke dijwar ya abûrî hatiye lewre lazime xelkê Tirkiyeyê jî hevkariya hikûmetê bikin û pereyên xwe yên ku di bin balîfan de veşartine derbixin.

Erdoxan herwiha daxwaz ji xelkê kiriye daku pereyên xwe yên biyanî û herwiha zêr û altûnên xwe bifiroşin û bikin lîreya Tirkî daku bi vê rengî hevkariya abûriya welatê xwe bikin.

Weke tê zanîn ev demeke ku jiber aloziyên navbera Tirkiye û Amerîkayê abûriya Tirkiyeyê ketiye nava rewşeke gelek aloz de û dolar li hember lîreya Tirkî pîwana dîrokî derbas kir û gehêşte 5.0066 lîreyên tirkî û ew yek jî bandoreke gelek xirab li ser borse û abûriya Tirkiyeyê kiriye.

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.