Pompeo: Toleyên dijî Tirkiyê cidîbûna me nîşan didin

aloziyên navbera wan hîn jî nehatine çareserkirin
کوردستان TV
100%

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo û hevtayê wî yê Tirk Mevlut Çavuşoglu li Sîngaporê kom bûn.

Pompeo berî civînê ji rojnamevanan re got ku ‘’Tole diyar dikin ku em çiqas cidî ne’’

Çavusoglu jî piştî civîna bi Pompeo re da zanîn ku wan hevdîtineke avaker pêk aniye.

Pompeo li Sîngaporê ji rojnamevanan re da zanîn ku dema vegera Andrew Brunson hatiye.

Pompeo got: Divê Brunson vegere mal. Amerîkîyên din yên ji alîyê hikûmeta Tirk ve hatine girtin jî divê werin berdan. Gotina me zelal e. Ew kesên bêguneh demeke dirêj e girtî ne.

Çavuşoglu da zanîn ku hevdîtina bi Pompeo re ‘’pir avaker’’ bûye û diyar kir ku Tirkiye dixwaze kêşeyan ne bi gef û toleyan, lê bi dîplomasî û danûstandinan çareser bike.

Civîna her du wezîran, ku bi qasî 30 deqîqe dom kir, ji medyayê re girtî bû.

voa

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.