Amnesty: Tirkiye li Efrînê mafên mirovan binpê kiriye û dike

Amnesty dibêje Tirkiye tawanan dike
کوردستان TV
100%

Amnesty International (Lêxweşbûna Navneteweyî) îro Pêncşemê rapora ser binpêkirina mafên mirovan li Efrînê eşkere kir.

Di raporê de, ku bi hevdîtina bi 32 kesên ji Efrînê reviyane re hatiye hazir kirin, Tirkiye hat tawanbar kirin.

Li gor raporê, berpirsê talankirina malên li Efrînê, girtinên kêfî, êşkence û wendabûna sîvîlan, komên çekdar yên ku Tirkîye piştgirîyê dide wan e.

Amnesty da zanîn ku Artêşa Tirkiyê wan binpêkirina mafên mirovan ‘’wek ku nabîne’’ tevdigere.

Di raporê de, Amnesty bal kişand ku li Efrînê pirtir komên çekdar yên Sûrî mafên mirovan binpê kirine û Tirkîye çekan dide van koman.

Amnesty dîyar kir ku komên çekdar yên Sûrî dibistanên li Efrînê dagir kirine û li wî bajarî nehiştiye ku bi hezaran zarok herin dibistanê.

Amnesty da zanîn ku wan di meha Tîrmehê de ew tawan ji hikûmeta Tirk pirsîne, li hikûmetê ti bersîv nedaye.

Dîrektorê Vekolîna Rojhilata Navîn yê Amnesty International Lynn Maalouf diyar kir ku ‘’komên çekdar yên Sûrî yên ku Tirkiye wan kontrol nake, kaosê didomînin’’.

Lynn got ku Tirkiye jiber ku li herêmê ‘’hêza dagirker’’ e û berpirsê aramî û hiqûqa wê derê ye, divê demûdest tundûtûjîyê rawestîne û cezayê bide berpirsan, lê ‘’hêzên Tirk erka xwe bi cîh naynin’’

Amnesty di meha Sibatê de jî ser sîvîlên Efrînê raporek weşandibû û dabû zanîn ku di şerê Artêşa Tirk û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de sîvîl jî têne kuştin.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.