Amara dawî ya qurbaniyên êzidiyan hat belav kirin

hîn jî hijmareke zêde di destê DIŞIê dene
کوردستان TV
100%

Birêveberatiya karûbarên êzidiyan di nava wezareta karûbarên olî ya hikûmeta Kurdistanê de daxuyaniyek weşand û têde amara herî dawî ya qurbaniyên karesata Şingalê eşkere kir.

Li gor daxuyaniya han heta niha 3 hezar û 102 kurdên êzidî di destê terorîstên DIŞIê de mane.

Di beşeke din ya vê raporta han de hatiye nivîsandin ku hijmara êzidiyan li Îraqê 550 hezar kese û hijmara penaberan jî 360 hezar kese û hijmara şehîdan jî hezar û 293 şehîde û hijmara wan kesên ku bê dayik û bav mane hezar û 59 kese û hijmara bê dayikan 407 û hijmara bê bavan jî 359 kese û hijmara wan zarokên ku dayik û bavên wan hîn jî di destê DIŞIê dene 220 kese.

Li gor daxuyaniyê heta niha 69 gorên bikomî yên êzidiyan hatine diyarkirin û bi dehan gorên din jî hene û bi giştî 68 cêyên olî û pîroz yên êzidiyan jî hatine teqandin û 100 hezar kes jî welat bicê hêştine.

Herwiha 6 hezar û 417 kes hatine revandin ku 3 hezar û 548 ji wan jinin û 2 hezar û 869 kes jî zilamin û heta niha 3 hezar û 315 kes hatine azadkirin ku hezar û 155 ji wan jinin û 337 ji wan jî zilam û 953 ji wan zarokên keç û 870 din jî zarokên korin û heta niha 3 hezar û 102 kes di destê DIŞIê de mane û hezar û 440 ji wan jin û evin din jî zilamin.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.