Serokwezîr li gel şandeke leşkerî ya Amerîkayê civiya

behsa şerê dijî DIŞIê kirin
کوردستان TV
100%

Behsa opersiyona vê dawî ya hêzên pêşmerge a li dijî DIŞIê hate kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke leşkerî ya Amerîkayê bi Serokatiya General Sean M. Jenkins kir.

Di civînê de ku Konsulusê giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê jî tê de beşdar bû, şanda mêwan spasiya hikûmeta Kurdistanê bi taybetî wezareta pêşmerge kir û ku gelek hevkariya wan kiriye û şanda mêwan operasiyona vê dawî ya hêzên pêşmerge jî bo ji nav birina DIŞIê bi girîng wesif kir.

Şanda mêwan herwiha eşkere kir ku lazime bo pêşî girtin ji dubare serî hildana DIŞIê di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê de hemahengî hebe û hevpeyman jî piştîwaniya wan bikin.

Şanda mêwan amadebûna xwe ya bo hevkarî kirin di warê pêkanîna reforman li wezareta pêşmerge diyar kir.

Di berdewamiya civîna han de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî spasiya hevkariya leşkerî yên hevpeymanan û Amerîkayê yên bo Kurdistan û hêzên pêşmerge kir û hêviya berdewam bûna hevkariyên han xwest bi taybetî di warê pêk anîna reforman û ji nûve rêkxistina wezareta pêşmerge ku dibe sedema bibandortir bûna hêzên pêşmerge.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.