Li Hindistanê dîsa lehî rabû

zêdetir ji hefteyeke li vê welatî barana bixor dibare
کوردستان TV
100%

Tê gotin zêdetir ji 100 kesan canê xwe ji dest daye.

Li gor jêderên nûçeyan, dîsa li welatê Hindistanê jiber barîna barana bixor, lehiyeke mezin li hin deverê welat rabûye û hijmareke zêde welatî canê xwe ji dest dane.

Tê gotin ku lehiya vê carê li eyaleta Uttar Pradeşê ra bûye û di encam de herî kêm 106 kesan canê xwe ji dest daye.

Pila baran barînê nêzî hefteyeke li Hindistanê destpê kiriye û hîn jî didome û hefteya derbasbûyî jî li hin eyaletên Hindistanê de jiber lehiyê zêdetir ji 300 kesan canê xwe ji dest dabûn.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.