Serok Barzanî pêşwaziya nunerê Serokê Amerîkayê bo karûbarên hevpeymaniya cîhanî kir.
Îro li Selahedînê Serok Barzanî pêşwaziya nunerê Serokê Amerîkayê yê bo karûbarên taybet bi hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê Brett McGurk û şandeke pê re kir ku ji konsulusê nû yê Amerîkayê yê li Hewlêrê û hijmareke Şiwêrmendan pêk hatibû.
Di destpêka civînê de McGurk bi minasebeta salvegera enfalê hevxemiya xwe bo kesûkarên enfalkiriyan diyar kir û herwiha hevxwemiya xwe jî bo malbetên şehîdên vê dawî yên şerê dijî DIŞIê û bûyera terorîstî ya êrîş kirine ser pêrzgeha Hewlêrê diyar kir.
McGurk di berdewamiya axaftina xwe de ji Serok Barzanî re got: We hertim behsa vê yekê dikir ku bi têk birina DIŞIê şerê dijî terorê bi dawî nabe û niha em dibînin ku şerê dijî terorê derbasî qonaxeke din bûye, em weke hevpeymaniya cîhanî bi şeraket û hevpeymaniya ku li gel hêzên pêşmerge de heye serfirazin û emê ev hemahengî û hevkariya han bidomînin.
Brett McGurk di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa rola Serok Barzanî di şerê dijî DIŞIê, hevkêşeyên siyasî yên li deverê kir û ev rola han bi roleke girîng û dîrokî wesif kir.
Di beşeke din ya civîna han de behsa rewşa siyasî ya Îraqê a piştî hilbijartinan û hewldanên heyî yên bo ava kirina hikûmeta nû hate kirin û di vê derbarê de Serok Barzanî diyar kir ku lazime prosesa siyasiya Îraqê li ser sê bingehên şeraket, hevparî û hevsengiyê were avakirin û mekazîn û dema cîhbicîh kirina wan her sê prensîban jî were destnîşankirin daku tevahiya pêkhateyên Îraqê bi vê yek bihesin ku di nava prosesa siyasiya Îraqê de hevpar û şerîkin.
Di vê derbarê de jî McGurk diyar kir ku rola Kurdistanê girîne û yekalîkere û ev sê prensîbên han jî rastin û em jî piştgîriya wan dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin