Enfalkirî hatin bi bîranîn.
Îro li goristana enfalkiriyan ya li devera Barzanê, merasimeke girseyî bi beşdariya Serok Barzanî, nuner û konsulusên welatên cîhanî yên li Kurdistanê, nunerê part û aliyên siyasî yên Kurdistanê û herwiha kesûkarên şehîd û enfalkiriyan, bo bîranîna 35 mîn salvegera prosesa reş ya enfalê hate organîzekirin.
Merasime bi xwendina çend ayetên qorana pîroz destpê kir û pişt re jî sirûda nîştimanî ya Ey reqîb hate xwendin û pişt re jî aliyên beşdar deste golên xwe bo rêzgirtinê li ser goristana enfalkiriyan danîn.
Piştî danîna deste Golan nunerên aliyên beşdar peyamên xwe di derbarê prosesa enfalê de pêşkêşkirin û 8 hezar enfalkirî bi bîr anîn û serê xwe li hember wan tewandin.
Weketê zanîn beriya 35 salan rejîma hilweşiyayî ya besê li dijî Kurdan dest bi prosesa enfalê kiribû û di encama vê prosesa han de 8 hezar Kurdên Barzanî di merheleya yekem û dudiyan ya vê prosesê de di çolên başûrê Îraqê de hatine enfalkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin