Li Silêmanî 18 tawanbar hatin girtin

di nava du hefteyan de hatine girtin
کوردستان TV
100%

Birêveberatiya polîsê Silêmanî daxuyaniyek weşand û diyar kir ku di nava du hefteyên derbasbûyî de hêzên polîs li bajarê Silêmanî karîne 18 tawanbaran binçav bikin.

Li gor daxuyaniya han, ev her 18 kes di dem û cêyên cuda cuda de dizî kirine û yek ji wan tenê kincên giran yên jinan diziye û yeke din jî tirimbêlê bavê xwe diziye.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku 5 kes ji ber dizîna matoran û sê kesên din jî jiber dizîna tiştên giştî li ser cade û kolanan hatine girtin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.