PDK û YNK daxwaz dikin Kurd bi yek tîm biçe Bexdayê

daxwazek ji aliyê Kurdî kirin
کوردستان TV
100%

Îro li bajarê Silimanî şanda partiya demokrata Kurdistanê li gel Cîgirê Sekreterê yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê Kosret Resûl Elî civiya.

Şanda PDKê ku bi Serokatiya Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî pêk hatibû, di civînê de behsa rewşa Kurdistan, Îraq û herwiha giftûgo kirina hevbeş wek çareseriya herî serekî bo rewşa deverê hate nirixandin.

Her di heman civînê de Kosret Resûl jî jiber vekirina navenda elektirîkê ya li Baziyanê spasiya Nêçîrvan Barzanî kir û hêviya vê yekê xwest ku hikûmeta Kurdistanê pêngavên mezintir bo çareser kirina kêşeyên heyî bavêje.

Hilbijartinên Kurdistanê û ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê jî mijarên din yên vê civînê bûn û her du alî daxwaz ji tevahiya aliyên Kurdî kirin ku Kurd û aliyên Kurdistanî di çarçoveya yek tîmê de biçin Bexdayê û beşdariya prosesê bikin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.