Bi fermana Serokwezîr ev wezîr ji kar hatiye avêtin.
Nivîsgeha Serokwezîrê Îraqê belav kir ku jiber kêşe û arîşeyên heyî yên di warê elektirîkê de, Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî ferman daye daku wezîrê elektirîkê yê Îraqê Qasim Fehdawî ji postê xwe were dûrxistin.
Ji kar dûrxistina wezîrê elektirîkê yê Îraqê piştî vê yekê hat ku ev zêdetir ji 2 hefteyane li başûrê Îraqê xwepêşandanên mezin yên girseyî tên goranîzekirin û yek ji sedemên wan xwepêşandanan jî nebûna elektirîkê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin