Îro înê di çarçoveya xwepêşandanên başûrê Îraqê de yên li dijî nebûna xizmetgozariyan, av, elektirîk û derfetên karî, biryare li 9 parêzgehên mezin yên Îraqê yên weke,Bexda,Besre û Babilê xwepêşandanên girseyî werin organîzekirin.
Di çarçoveya wan xwepêşandanan de li bajarê Besreyê ku weke navenda destpê kirina xwepêşandanan tê nasîn, xwepêşander behsa vê yekê dikin ku ev bi ti awayî baweriya xwe bo sozên rayedarên hikûmetê nahênin û lazime hikûmet ji gendelkaran were paqêjkirin.
Herwiha li Besreyê vê îro xwepêşander daxwazên xwe bi navê daxwazên steratejîk diyar bikin û ji hikûmetê daxwaz bikin daku daxwazên han cîhbicîh bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin