Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Nûjîn Mistefa kir

Serokwezîr piştgîriya xwe bo çalakiyên vê diyar kir
نێچیرڤان بارزانی پێشوازی له‌ نووژین مسته‌فا ده‌كات
کوردستان TV
100%

Îro li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya keça Kurd ya Rojavayê Kurdistanê û çalakvana parastina mafên penaberên Sûriyeyê Nûjîn Mistefa kir.

Di hevdîtinê de Nûjîn Mistefa kêfxweşiya xwe ya li hember hevdîtina xwe ya li gel Serokwezîrê Kurdistanê diyar kir û bi awayekî kurt behsa kar û çalakiyên xwe yên bo parastina mafên penaberên Sûriyeyê li derveya Sûriyeyê kir û hêvî xwest ku hikûmeta Kurdistanê û Serokwezîr jî piştgîrî û hevkariya projeyên vê bikin.

Nûjîn herwiha eşkere kir ku dixwaze bi mebesta kom kirina hevkariyan bo penaberan saziyeke nû ava bike.

Di beşeke din ya hevdîtina han de Nêçîrvan Barzanî jî spasiya Nûjîn Mistefa kir û piştgîriya xwe jî bo kar û projeyên vê diyar kir û hêviya vê yekê xwest ku li ser astê cîhanî û herêmî di kar û çalakiyên xwe de berdewam be û bêyî tu cudatî bibe dengê tevahiya pêkhateyên Sûriyeyê.

Nûjîn Mistefa xelkê Kobanê ye û astengdare û ev çend roje li Kurdistanê ye.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.