Artêşa Tirkiyeyê du welatiyên Kurd birîndar kir

artêşa Tirkiyeyê li serê Kaniyê gole li Kurdan reşand
کوردستان TV
100%

Ji ber êrîşa artêşa Tirkiyeyê bo ser taxa El-Meheta ya naveçya Serêkaniyê ya girêdayî Hesekê 2 sivîl birîndar bûn.

Artêşa Tirkiyeyê îro danê sibê gule li malên sivîlan ên li taxa El-Meheta ya navçeya Serêkaniyê ya ku li aliyê bakurê navçeyê dikeve, reşandiye. Li gorî çavkaniyên herêmî di encama êrîşê de 2 sivîl birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyan navên birîndaran ku bi eslê xwe ji bajarê Hesekê ne û dema mirîşk li taxa El-Meheta datanîn birîndar bûn, wiha ne: Mûsa Ubyed El-Hiro, Elî Nacî Elî.

Welatiyan her du birîndar yekser rakirin Nexweşxaneya Roj, piştî destwerdana lezgîn her du birîndar derbasî nexweşxaneyên bajarê Hesekê kirin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.