Xelkê Besreyê daxwaza serxwebûnê dike

xelk dest kiriye bi bilind kirina alaya herêma serbixwe
کوردستان TV
100%

Ev demeke civata parêzgeha Besreyê zextan li hikûmeta Bexdayê dike û dibêje dixwazên Besre weke herêmeke serbixwe ragehînin.

Di vê çarçoveyê de amadekariyên civata parêzgeha Besreyê bo ragihandina vê parêzgehê weke herêmeke serbixwe didomin û ji aliyeke din ve jî xelkê Besreyê jî piştgîriya hewldanên civata parêzgehê dikin û her ji nihave alaya herêma serbixwe ya Besreyê li ser malên xwe bilind dikin.

Şêniyên Besreyê behsa vê yekê dikin ku hêviya wan bi Îraq û hilkûmeta Bexdayê nemaye û xwepêşandanê heyî yên li Îraqê bi parçe kirina Îraqê bi dawî dibin lewre em ji nihave herêma xwe amade dikin.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.