Ev du roje şandeke Siûdî li Kurdistanê ye.
Dohê şandeke berfire ya Siûdî yaku ji hijmareke zêde sermayedar û karsazên vê welatî pêk hatibû li gel hijmareke din ji rayedarên vê welatî serdana Kurdistanê kir.
Di çarçoveya serdana han de formeke abûrî di navbera hikûmetên Kurdistan û Siûdiyeyê de ku têde sermayedar û karsazên her du aliyan jî têde beşdarbûn, hate lidar xistin.
Di forma han de giftûgo li ser çawetiya bihêztir kirina têkiliyên abûrî yên di navbera Kurdistan û Siûdiyeyê de hate kirin.
Herwiha sermayedar û karsazên Siûdî dixwazên li Kurdistanê di warên curbicur de dest bi cîhbicîh kirina projeyên mezin yên hêlbirînê bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin