Îro li devera Pirdê ya di navbera Hewlêr û Kerkûkê de şandeke leşkerî ya Kurdistanê li gel şandeke leşkerî ya Îraqê civiya.
Di civînê de her du aliyan behsa vekirina rêya Pirdê kirin ku di şerê navbera artêşa Îraq, heşda şebî û hêzên pêşmerge de hatibû daxistin.
Di vê derbarê de rayederekî Kur ku di şanda Kurdistanî de bûye, diyar kir ku Kurdistan bo vekirina rêya Pirdê amadeye lê belê aliyên Îraqî di navbera xwe de nakokiyên wan hene û hîn jî ne amadene ku ev rê were vekirin.
Ev rayedarê Kurd diyar kir ku yek ji aloziyên navbera aliyên Îraqê pirsa gormok û bacane û hîn jî li ser vê babetê lihev nekirine û rêya Pirdê jî aliyê Kurdistanê ve hatiye vekirin lêbelê ji aliyê Îraqê ve hatiye daxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin