Serokwezîr du daxwaz pêşkêşî mamosteyên olî kir

du daxwaz pêşkêşî yekîtiya zanayên olî kir
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê beşdariya kongreya zanayên olî kir.

Îro li Hewlêrê 6mîn kongreya zanayên olî ya Kurdistanê hate lidarxistin û Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî beşdarê kongreyê bû û gotarek pêşkêş kir.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di destpêka gotara xwe de pîrozbayiyên xwe pêşkêşî yekîtiya zanayên olî kir û hêviya serkeftinê ji kongreya wan re xwest û diyar kir ku girngîdana kongreya zanayên olî bi pirsa tundrewî û terorê weke pirseke cîhanî nîşaneya çalakbûna yekîtiya zanayên oliye û diyar kir ku dijî rawestana hizra teror û tundrewiyê jî weke erkeke serekî ya mamosteyên olî bilêv kir.

Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya gotara xwe de behsa rola dîrokî ya yekîtiya zanayên olî ya Kurdistanê kir û diyar kir ku mamosteyên olî di bizava rewşenbîrî, wêje û bihêz kirina hastên netewî  û nîştimanî li Kurdistanê de roleke gelek girîng lîstine û herwiha gelek bi başî jî li dijî wan kes û aliyan rawestane ku bi navê ol êrîşî ser bizavên  rizgarîxwaz ya gelê Kurdistanê kirine.

Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku rola mamosteyên olî di warê serrast kirin û reform kirin di gelek zagon û qanûnan de  li Kurdistanê de roleke gelek girîng bûye.

Barzanî behsa şerê dijî DIŞIê kir û anî ziman dema ku Kurdistan di warê leşkerî de şerê dijî DIŞIê dikir, Mamosteyên olî jî li dijî ev tevgera dijî însanî û dijî îslamî di warê hizrî û îdeolojîkî de xebitîne û berevanî ji gelê Kurdistanê kirine û di wê warê de jî fitwayek hatiye derxistin ku komelkuj kirina Kurdên êzidî ji aliyê DIŞIê ve bi naşerî û dijî îslamê wesif kir.

Serokwezîr di beşeke din ji gotinên xwe de behsa êrîşa dohê ya terorîstên DIŞIê bo ser valîtiya Hewlêrê kir û diyar kir ku armanca DIŞI û kesên ku xwedan îdeolojiya DIŞIin eve ku aramiya Kurdistanê têk bidin, jiber vê yekê amade kirina bernameyeke hevpar bo şerê dijî DIŞIê li gel hêvên leşkerî û ewlekar, erkê tevahiya aliyan bi taybetî mamosteyên oli ye.

Nêçîrvan Barzanî herwiha tekez li ser vê yekê kir ku nabe mamosteyên olî rê bidin gotarên tundrew û gotarên cuda yên ku propagende bo hizra tundrewiyê dikin û bi navê olê tên pêşkêşkirin.

Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de du daxwaz pêşkêşî yekîtiya mamosteyên olî kir û got: Me du daxwaz hene û hun jî dizanin ku ev daxwaz çîne, yekem handana xelke bo başe kirn û dûr ketin ji cîhbicîh kirina karên xirab. Du; Lazime hun xelkê tê bigehînin ku ol bo xweşî û bexteweriya jiyana mirove ne ku bo tundûtîjî û azardana kesên din.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.