Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Stephen Vaughan û şandeke pê re kir.
Di civînê de ku konsulusê berê yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Kin Gross jî tê de beşdar bû, behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê hate kirin û Kin Gross spasiya hikûmeta Kurdistanê kir ku di dema erkdariya vî de hevkariya vî kiriye û hêvî xwest ku heman hevkarî bo konsulusê nû yê Amerîkayê jî were domandin.
Şanda mêwan heriwha hêvî xwest ku têkiliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê di her warekê de bihêztir bibin û amade bûna xwe jî bo piştgîrî kirina prosesa siyasî li Îraqê û Kurdistanê diyar kir.
Di berdewamiya civîna han de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hêviya serkeftinê bo konsulusê berê yê Amerîkayê xwest û rola vê di warê pêşde birina têkiliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê de bilind nirxand.
Nêçîrvan Barzanî herwiha eşkere kir ku Kurdistan berdewam dibe li ser hewldan bo bihêztir kirina têkiliyên xwe yên li gel Amerîkayê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin