Birêveberatiya asayîşa Hewlêrê derbarê êrîşa terorîstî yaku îro li dijî valîtiya Hewlêrê hatibû kirin daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya asayîşa Hewlêrê de hatiye nivîsandin ku di seat 7 û 12 deqîqeyên danê sibê roja 23ê Tîrmehê, sê terorîstên ku ji aliyê asayîşê ve tên nasîn êrîşî ser valîtiya Hewlêrê kirine û li gel hêzên polîs şer kirine.
Di destpêka pevçûnê de polîsêk ku pasevanê deriyê bûye hatiye birîndarkirin û pişt re terorîst ketine nava valîtiyê lê hêzên ewlekarî bilez karîne biçên cêyê bûyer û ev her sê terorîstan bikujin û rewşê kontrol bikin.
Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatine nivîsandin ku karmendekî valîtiya Hewlêrê jî bi goleya wan terorîstan hatine şehîdkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin