Di vê derbarê de birêveberatiya hatûçûya Soranê diyar kir ku îro li ser rêya Hamîltonê yaku devera Soranê bi Hewlêrê ve girê dide, bûyereke tirafîkê di navbera çend tirimbêlan de pêk hatiye.
Li gor daxuyaniya birêveberatiya hatûçûya Soranê di encama bûyera han de ku di navbera sê tirimbêlan de pêk hatiye 11 welatî birîndar bûne û birînên wan jî sivêkin û hatine dermankirin.
Bûyer li ser rêya Hamîlton di navbera Xelîfan û Spilkê de pêk hatiye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin