YPG dixwaze ku Efrînê xilas bike

YPG bo vê mebestê amadekariyên xwe kiriye
کوردستان TV
100%

Hevseroka Qantona Efrînê Hêvî Îbrahîm Mistefa got ku YPG ji bo ku Efrînê xilas bike, hinek amadekariyan dike.

Li gor nûçeyeke nêrînaazad Îbrahîm Mistefa li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê ya dawî axivî û got ku li Efrînê demografiya herêmê tê guhertin. Tevî ku Saziyên Mafên Mirovan yên Navnetewî ev mijar pir caran anîn rojevê jî, li dijî vê zilmê, dinyayê guhê xwe kerr kir.

Îbrahîm Mistefa wiha berdewam kir: YPG bi tevahî ji Efrînê derneketiye. Ji bo ku Efrînê azad bike, planeke nû dike. Ji bo vê yekê jî em civîn û konferansên taybet dikin. Heke tu pirsgirêk dernekevin, di nêz de ev tevger wê dest pê bike.

Li ser Tirkiyê jî Îbrahîm Mistefa got ku heta niha tu caran me êrîşî Tirkiyê nekiriye û em nakin jî. Niha YPG li Minbicê nemaye. Tenê şaxê leşkerî yê Meclîsa Sûriya Demokratîk, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) maye. HSD jî ji gelê Minbicê pêk tê.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.