Îro careke din li bajarê Besreyê şêniyên vê bajarê li dijî nebûna xizmetgozariyan û herwiha protesto kirina hikûmeta herêmî û hikûmeta Bexdayê dest bi xwepêşandanêkir.
Xwepêşander îro diroşmeyên weke nabe gendelkar bêyî ceza bimînin û lazime gendelkar werin cezar kirin, gotin û eşkere kirin ku ew bi ti awayî baweriya xwe bi sozên Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî nahînin.
Herwiha hêzên ewlekarî jî tevahiya rêyên ku diçin bajarê Besreyê daxistine û hijmareke zêde hêzên ewlekarî jî di nava bajar de hatine belavkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin