Ev du roje balefirên Tirkiyeyê li Qendîlê didin

şêniyên deverê dibijên bombeyên vê carê gelek cudane
کوردستان TV
100%

Di çarçoveya êrîşên Tirkiyeyê de bo ser deverên sînorî û cêyên gerîlayên PKKê de, ev du roje balefirên ser bi artêşa Tirkiyeyê bi tundî Qendîl û quntarên Qendîlê bordiman dikin.

Di vê derbarê de şêniyên gundên quntarên Qendîlê ji Kurdistantvê re ragihandin ku ev du roje balefirên ser bi artêşa Tirkiyeyê bi tundî quntarên Qendîlê bordiman dikin û di encama bordimana han de projeya ava vexwarinê ya çend gundan hatiye têkbirin û niha zêdetir ji 5 gundên deverê bê avin.

Şêniyên wan  devera firakên xwe diyar kirin û tekez li ser vê yekê kirin ku dengên bombeyên ku ev du roje tên avêtin gelek kême lêbelê bihneke gelek dijwar ji wan tê û eger heye ku bombeyên ku tên avêtin jehrî bin.

Şêniyên gundên quntarên  Qendîlê herwiha diyar kirin ku ev li hêviyêne daku rewş hine aram bibe bo ku ji deverê derkevtin û berê xwe bidin bajarên derdorê.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.