Serokwezîrê Kurdistanê di twittekê de diyar kir ku rojên dijwar hêdî hêdî bi dawî dibin û asoyeke rûn û pêşerojeke baş li pêşiya Kurdistanê ye.
Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya twitta xwe de nivîsandiye; Bi fedakariya pêşmergeyên qehreman, berxwedana Kurdistaniyan û bi kar û hewldanên berdewam yên hikûmetê yên bo reforman, ber bi jiyaneke baştir ve gavan davêjin.
Barzanî herwiha daxwaz ji aliyên Kurdistanî kiirye yekrêz û yek helwest bin û bi bernayeke hevbeş û Kurdistanî beşdarî di danûstandinên ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê de bikin, jiber ku armanca me ya serekî bidest xistin û parastina tevahiya mafên destûrî yên Kurdistanê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin