Li Bûkanê du welatî hatin girtin.
Li gor jêderên ji Rojhilatê Kurdistanê, ew demeke ku hêzên ewlekarî yên Îraqê dest bi hemleya girtina wan kesan kiriye ku di dema erdheja Kimaşanê de kempînên hevkariyê organîze kiribûn û hevkariya xelkê ziyan dîtî kiribûn.
Di vê çarçoveyê de beriya çend rojan li bajarê Bûkanê bav û korek bi navên Kerîm Seyêdaze û Şaram Seyêzade ji aliyê îtlaata Îranê ve bi tawana organîze kirina kempîna kom kirina hevkariyan bo şêniyên Kimaşanê hatine binçavkirin û heta niha jî di girtîgeha îtlaatê ya li bajarê Sineyê dene.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin