Artêşa Tirk û cîhadiyên ser bi vê 8 welatiyên sivîl ên ji navçeya Mabata ya Efrînê revandin û birin cihekî nediyar.
Li gor nûçeyeke ajansa anha duh saet derdora 16.00'an artêşa Tirkiye û cîhadiyên ser bi vê agir berdane malên welatiyên ji navçeya Mabata ya kantona Efrînê. Ji Geliyê Cefer ku darên mêwan tê de hene, dest bi agirpêxistinê kirin û heta ber bi başûr ve çûn, di encamê de malên 15 welatiyan di nav şewatê de man.
Piştî artêşa tirk û çeteyên wê agir berda malên welatiyan, leşkerên tirk û çeteyên wê 8 welatiyên ji navçeyê revandin û birin cihekî nediyar, di nava kesên hatine revandin de jineke ciwan jî heye, ev welatî jî rola wan di belgekirina kiriyarên artêşa tirk û çeteyên wê de hebû, pêk anîn. Artêşa tirk û çeteyên wê welatî birin cihekî nediyar.
Li gorî agahiyan ji şêniyên navçeyê bi dest xistine, di nava 8 wlatiyên hatine revandin de jina ciwan a bi navê Fatma Esed Remedan (22) û bavê wê Esed Mihemed Remedan ê (50) salî hebûn. Navên 6 kesên din ên hatine revandin jî nehatin zanîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin