NATOyê ji bo pêşmergeyan biryar da

di civîna xwe ya li Brûkselê de ev biryar daye
کوردستان TV
100%

 Endamên NATOyê, li paytexta Belçîkayê li Brukselê civîna xwe pêk anîn û di civînê de biryar hate standin ku Kanada wê pêşmergeyên Kurdistanê û Artêşa Iraqê perwerde bike.

Li gor PeyamaKurd di civîna NATOyê de pirsgirêkên Sûriyê, Rûsya û Afganîstanê hatin axaftin. Serokên dewletên endamên NATOyê û Serokwezîrê Iraqê Haydar Îbadî beşdarî civîna NATOyê bûn.

Nûnerê Kurdistanê yê Yekîtiya Ewrûpayê Dilawer Ajgeyî civîna NATOyê nirxand û got ku NATOyê biryar da ku pêşmergeyên Kurdistanê û Artêşa Iraqê perwerde bike.

Ajgeyî wiha berdewam kir: Ev hêz ji bo şêrr nayê. Tenê ji bo perwdekirina leşkerî tên. Standina vê birayê ji bo Rojhilata Navîn û bi taybetî ji bo Herêma Kurdistanê pir girîng e. Ev biryar nîşan dide ku êdî ji bo Kurdistanê stratejiyeke nû heye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.