NATOyê li ser S-400an daxuyaniyek da

NATO dîsa huşdarî da Tirkiyeyê
کوردستان TV
100%

Fermandarê Hêzên Hewayî yê NATOyê Tod Wolters got ku heke Tirkiye ji Rûsyayê S-400an bikire, ev ji bo NATOyê rîskeke mezin e.

Li gor nûçeya peyamakurd piştî civîna NATOyê ya li Brukselê Fermandarê Hêzên Hewayî yê NATOyê Tod Wolters daxuyaniyek da. Wolters wiha axivî: Sîstema Parastinê ya Hewayî ya S-400an wê di derbarê F-35an de gelek agahiyên xef bi dest bixe. Lewra radar F-35an tespît nakin. Lê bi rêya radara S-400an şiklê xebitîna F-35an wê ji aliyê hinek kesan ve were fêhmkirin. Ev jî li dijî berjewendiyên NATOyê ye.

Wolters got ku pêwendiyên Tirkiyê û NATOyê yên leşkerî gelekî girîng in, pêwendiyên me û Hêzên Hewayî yên Tirkiyê gelekî saxlem in. Ji ber vê yekê divê biryarek were dayîn. Em dizanin ku karekî zor û zehmet e.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.