Pevçûn di navbera pêşmerge û spaha pasdaran de der ketiye.
Jêderên herêmê diyar kirin ku li gundê Şimşêr yê ser bi Nûdişe ya li Hewramanê şer di navbera pêşmergeyên hizba demokrata Kurdistan û spaha pasdaran de der ketiye.
Li gor jêderên herêmî di encama pevçûna han de hijmarek ji endamên spah û besîc yên Îranê hatine kuştin.
Ji aliyeke din ve çepemeniya Îranê jî behsa can ji dest dana sê pêşmerge û birîndar bûne pêşmergeyeke din jî dikin lê heta niha hizba demokrata Kurdistanê di vê derbarê de ti daxuyaniyek nedaye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin