Xwepêşanda xelkê Besreyê di roja 6an de dom dike.
Weke rojên derbasbûyî, îro jî şêniyên Besreyê daketin qadan û xwepêşandana xwe yaku beriya 6 rojan destpê kiribûn, domandin.
Her çend hijmareke zêde polîs û hêzên ewlekarî jî ji Besreyê re hatine şandin, lêbelê xelk xwepêşandana xwe didomîne û îro jî xwepêşander karîne dest bi ser çend dezgehên din yên hikûmetê de bigirin û tevahiya çal û bîrên petrolê yên li vê bajarê jî dorpêç bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin