Çekdarên opozîsyona Sûriyeyê yaku qaşo bi navê Artêşa Azad binav dike, li bajarê Rojavayê Kurdistanê li Efrînê, 3 siyasetmedarên Kurd yên endamê Partiya Demokrata a Pêşverû binçav kirin.
Di derbarê bûyerê de partiya Pêşverû daxuyaniyek da û got ku ji 3yê Temûzê heta niha 3 endamên partiya me di bin çavan de ne. Divê berî gavekê ew werin berdan.
Endamên ku hatine binçavkirin; kesên bi navên Hişmend Menan Şêxo, Abdulhamîd Ahmed Suleyman û Necîb Muhammed Abdo ne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin