Îro li Colanê baefirên Îsraîlê çend navendên leşkerî yên Sûriyeyê bordiman kirin.
Di vê derbarê de ajansa fermî ya rejîma Sûriyayê SAN belav kir ku îro balefirên şer yên Îsraîlê, li bilindahiyên Colanê li parêzgeha Qoneytre êrîşî ser çend navendên leşkerî yên Sûriyeyê kirine.
Li gor nûçeya ajansa nav hatî, di encama êrîşa han de zirareke mezin ya madî be rev nadenên leşkerî û artêşa Sûriyeyê ketiye.
Ji aliyeke din ve jî ajansa îstîxbaratê ya Îsraîlê jî ev êrîşên han pişt rast kiriye û diyar kiriye ku di encama wan êrîşan de sê navendên leşkerî hatine wêrankirin û artêşa Îsraîlê jî balefireke bê pîlot ya Sûriyeyê xistiye xwarê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin