Serokê şaxê Hewlêrê yê komîsyona bilind ya hilbijartin û rapirsiyan ya Kurdistanê Aram Nicmedîn diyar kir ku komîsyona tevahiya amadekariyên pêwîst bo hilbijartinên 30 Îlona 2018an kiriye.
Aram Nicmedîn herwiha diyar kir ku bo pişt rast bûna welatiyan ji hebûna navên xwe di nava lîsteya dengdanê de, hijmara navendên tomar kirina dengderan li Kurdistanê hatine zêdekirin.
Nicmedîn herwiha diyar kir ku di hilbijartinên vê carê yên Kurdistanê de bi giştî yek miliyon û 112 hezar û 148 welatiyan mafê dengdanê heye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin